BI DÎMEN

Di festîvala Marsilyayê de xwedî li ‘Pêngava Azadiyê’ hat derketin

4’emîn Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” li bajarê Marsilya yê Fransayê hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên Fransî yên li Toulouse, Bordeaux, Montpellier, Draguignan, Lyon, Marignane û Avignonê beşdarî festîvala ku li Parka La Roseyê hat lidarxistin bûn.

Qada festîvalê bi alên PKK’ê, wêneyên pêşengên PKK'ê yên şehîd bûne û pankartên ku balê dikişînin ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Festîval bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd gel silav kirin û gotin: “Ev helwesta we ya bi heybet wê moralê bide dostan û ji dijmin re bibe dert.”

Piştre Senatorê Fransî Xavier Iacovelli, nûnera Şaredariya Bajarê Mezin a Marsîlyayê Christine Juste, parlamenterê berê Saîd Ahamada û nûnerên Kolectif Solidarite Kurdistan derketin ser dikê û peyama: “Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya Kurdistanê em bi hemû hêza xwe bi we re ne" dan.

Piştre endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyir Aydar axivî. Aydar bal kişand ser sîstema qirkirin, tecrîd, êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Yê ku em anîne vê rewşê, em kirine yek û em ji tunebûnê afirandiye Rêber Apo ye. Tecrîdeke mezin li ser Rêber Apo heye. Werin em piştgiriyê bidin pêngava ku par ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin. Hezar silav ji Rêber Apo, ji girtiyan û yên ji bo azadiyê têdikoşin. Em berxwedana wan silav dikin."

Navenda Çanda Elewiyan peyama hevgirtinê ji festîvalê re şand.

Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, TCŞ Marsîlya, TEV-ÇAND, CÎK  di festîvalê de cil û bergên ku çanda Kurdî, xwarinên herêmî û standên pirtûkan vekirin. Komeke navneteweyî pirtûkxaneya ji pirtûkên Abdullah Ocalan pêk tê vekir.

Hunermendên TEV-ÇAND'ê Hozan Diyar, Beser Şahîn, Şehrîbana Kurdî, Şiyar Sîpan, Îbrahîm Qamişlo û Silêman Çelîk derketin ser dikê bi deng û awazên xwe beşdaran çoşandin.

Di festîvalê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.