Di çalakiya ‘rizgarbûna ji faşîzmê’ de berxwedêrên grevan hatin silavkirin-NÛ BÛ

Li Îtalyayê di salvegera rizgarbûna ji faşîzmê de faşîzma Erdogan hate şermezarkirin û berxwedêrên di grevan de ne jî hatin silavkirin.

Di salvegera rizgarbûna ji faşîzma Mûssolînî ya li Îtalyayê de, li gelemperiya welat çalakiyên girseyî hatin kirin.

Li Parma a bajarê bi têkoşîna li dijî faşîzmê ya xwedî ‘Xelata zêr e’ bi hezaran kes hatin ba hev û Komîteya Kurdistan a Parma jî tevlî çalakiyan bû.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, faşîzma Erdogan û DAÎŞ’ê hate protestokirin. Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûn, berxwedêrên li dijî tecrîdê di grevê de ne silav kirin.

TORÎNO

Li Zona San Paola ya bajarê Torîno yê Îtalyayê jî 25'ê Nîsanê hate pîrozkirin.

Alîgirên aştiyê yên li pey pankarta bi nivîsa 'Şer rawestînin' dest bi meşê kirin, yên destekê didin şer û berpirsên şer protestokirin.

Çalakiya ku têde şeravnê YPG'ê Gîovannî Francesco Aspertî (Hîwa Bosco) ve Lorenzo Orsettî (Tekoşer Piling) ên di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ya li Rojava de şehîd bûbûn hatin bibîranî, Kurdistanî jî tevlî bûn.

Li standê alên PKK'ê hatin hildan.