Di çalakiya Berlînê de banga deng bidin dengê Guven bilind bû

Li paytexta Elmanya Berlînê berxwedana Leyla Guven hate silavkirin, banga piştevaniyê li raya giştî ya Elmanyayê hate kirin.

Piştevaniyên bi berxwedana Leyla Guven a ev 78 roj in di grevê de ye dewam dikin.

Bi pêşengtiya Meclîsa DESTDAN’ê li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya huncreyê di roja 3’an de ye.

Çalakiya li Qada Brandenbûrg Parîser Platz hate kirin pankarta bi nivîsa ‘Ji bo mirovên di greva mirinê de ne, dengê xwe bilind bikin’ hatin bilindkirin.

‘DIVÊ EWOPA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BIBE XWEDÎ HELWEST’

Di belavoka li ser navê Komîteya Amadekar hate xwendin de ev tişt hate gotin:

“Leyla Guven jineke Kurd a parlementere, di zindanên dewleta Tirk a faşîst de tê ragirtin. Ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 3 sal in dewam dike, bendena xwe daye ber mirinê.

Li aliyê din QSD’ê deverên dawî yên di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne rizgar kirine. Ev jî tê wateya mirovahî ji destê hişmendiya paşverû bê rizgarkirn.

Yên ku ev pêk anîn hevrêyên Birêz Ocalan û Leyla Guven in.

Ev ji bo tevahî cîhanê fedekariyeke dîrokî ye. Ewropa û Elmanya divê vê bibînin û li gorî vê li dijî faşîzmê bibin xwedî helwest.”