Partiyên Çep ên li Ewropayê bi tundî li ber doza girtina HDP'ê rabûn.
Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) li dijî rejîma dîktatoriyê hişyarî dan.
PCF'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser tundiya rejîma AKP-MHP'ê ya li dijî HDP'ê û bi bîr xist ku piştî têkçûna li Garê bi sedan HDP'î hatin girtin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hema bêjin temamiya şaredarên hilbijartî yên HDP'î ji wezîfeyê hatine dûrxistin û hate gotin, HDP di hilbijartinên dawî de bû hêza sêyemîn a li meclîsê.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji parlamenterên hilbijartî Selahattîn Demîrtaş jî di nav de bi dehan jê girtî ne û işaret bi dozên ji bo betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û gelek parlamenterên din kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, rejîma AKP'ê bi guhertineke destûra bingehîn dixwaze heta bi hetayê qedexeya siyasetê deyne ser kadroyên siyasî yên HDP'ê, bi vî rengî dixwaze ku pêşî li avabûna partiyeke nû bigire û hate destnîşankirin ku ev yek jî rêveçûna ber bi dîktatoriyê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di demekê de ku rewşa aboriyê nebaş bûye, belavkariya Enqereyê li Sûriye, Iraq, Lîbya û Rojhilatê Derya Spî dibe sedema şer, (kiryarê li dijî HDP'ê) di avakirina rejîma dîktatoriyê ya Tirkiyeyê de qonaxeke nû ye."
PCF'ê doza girtina HDP'ê bi zimanekî tund şermezar kir û bang li Fransa û Yekîtiya Ewropayê kir ku pêkanînan li ser rejîma Erdogan ferz bikin û piştgiriyê bidin hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê.
DÎE LÎNKE BANG LI HIKUMETA ELMAN KIR
Mezintirîn muxalefeta çep a li Elmanyayê partiya Dîe Lînke jî nerazîbûneke tund nîşanî doza girtina HDP'ê da û got, "AKP a Erdogan û partnerê wî yê rastgiriya tund MHP, hewl didin elementên demokratîk ên dawî yên li Tiriyeyê ji holê rakin."
Di daxuyaniya partiyê de hate ragihandin ku doza li HDP'ê hatiye vekirin darbeyeke nû ye li dijî demokrasiyê û hate destnîşankirin ku girtina duyemîn partiya herî mezin a muxalefeta li Tirkiyeyê HDP, gaveke nû ye ber bi dîktatoriyê ve.
Dîe Lînke bi bîr xist ku di demekê de ku krîza aboriyê giran bûye, Erdogan ji piştgiriya gel bêpar maye, li dijî HDP'ê doza girtinê hatiye veikrin û diyar kir ku ev polîtîkayên Erdogan herêmê nearam dike.
JI BO GUHERTINA POLÎTÎKAYA TÊKILDARÎ TIRKIYEYÊ BANG HATE KIRIN
Dîe Lînke bang li hikumeta Angela Merkel kir û jê xwest ku polîtîkaya xwe ya têkildarî Tirkiyeyê ji bingehîn ve biguherîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li şûna ku çek ji Tirkiyeyê re bêne firotin divê sûcên hikumeta Tirk bi rengekî eşkere bîne ziman û mehkûm bike" û ji Angela Merkel hate xwestin, ku zextê li Erdogan bike ji bo dawî li êrişên li ser muxalefetê bîne.
Di daxuyaniya Dîe Lînke de ji bo qedexekirina Bozkûrtan (nijadperestan) ku rêxistineke ser bi MHP'ê ve ye, bang hate kirin û hate ragihandin ku divê têkilî bi rêxistinên nêzî AKP'ê yan jî yekser ji aliyê hikumeta Erdogan ve têne fînansekirin bê birîn.
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li hikumeta Elman hate kirin: "Eger Hikumeta Elman a Federal di mijara mafên demokratîk de cidî be, bêyî ku cih bide fêhmkirineke şaş divê helwestê li dijî Erdogan nîşan bide; li ber doza girtina HDP'ê rabe û bixwaze ku mehkûmên siyasî hemû bêne berdan."