Di 1'ê Gulanê de li Fransayê 2,3 mîlyon kes daketin qadan

Li gorî sendîkayan, 2,3 mîlyon kes beşdarî xwepêşandanên 1’ê Gulanê bûn, ku bi protestoyên li dijî reforma teqawidiyê ya li Fransayê pêk hat. Li gelek bajaran pevçûnên dijwar qewimîn.

Sendîkayan pêşbînî dikirin ku di 1’ê Gulanê de rekorên 30 salên dawî bişkînin. Hikûmeta Emmanuel Macron ku temenê teqawidbûnê ji 62’an kir 64’an, bi zêdeyî 300 xwepêşandanan hate protestokirin.

Ji bilî bajarên mezin ên wekî Parîs, Nantes, Toulouse, Bordeaux, Marsîlya û Lyonê, li bajarên biçûk jî tevlîbûn pir zêde bû.

Sendîkaya CFT'ê ragihand ku li gelemperiya welêt 550 hezar ji wan li Parîsê 2,3 mîlyon kes daketin qadan.

Ev li gorî çalakiyên sala 2022’yan şeş an heft qat zêdetir beşdarî çêbû. Tevî ku çalakiya di sala 2009’an de bi hevbeşiya 8 sendîkayan ve hatibûn organîzekirin jî 1.2 milyon kes beşdar bibûn.

Li bajarên Parîs, Lyon û Nantesê pevçûnên dijwar qewimîn. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir 108 polîs û cendirme birîndar bûne û 291 kes jî hatine destgîrkirin. Tenê li Parîsê herî kêm 111 kes hatin destgîrkirin.

Rêveberê Sendîkaya CFDT Laurent Berger got, "Ev ne berxwedaneke dawî ye."

Hikûmet nêrîna ku reforma teqawidiyê bi pejirandina wê ji aliyê Encûmena Destûrê ve di nivê Nîsanê de gihîştiye ‘dawiya pêvajoya demokratîk’ diparêze. Lê sendika û partiyên muxalîf ji bo xistina reformê xwe ji pêngavên nû re amade dike.