DGB Brîtanya: Ev desthilat wê bi berxwedanê hilweşe
Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê darbeya li Meclîsê şermezar kir û got: “A ku demê dawîbûna vê desthilatê diyar bike hêza berxwedanê ye.”
Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê darbeya li Meclîsê şermezar kir û got: “A ku demê dawîbûna vê desthilatê diyar bike hêza berxwedanê ye.”
Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê ku ji komeleyên Kurd, Elewî, çep-sosyalîst û herêmî pêk tê, nerazîbûn nîşanî darbeya li Meclîsê bi destê AKP/MHP’ê pêk hat da.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Desthilata AKP/MHP’ê bi awayekî kêfî vîna gel xesp kiriye, pêkanînên xwe yên bê heq, hiqûq û demokratîk dewam dike.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ya hate kirin heman demê darbeyeke li hember demokrasiya Tirkiyeyê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ti dîktatorî ne mayînde ye, her dem başî bi ser dikeve. A ku demê dawîbûna vê desthilatê diyar bike hêza berxwedanê ye. Ji ber wê em ê li ber xwe bidin ku başî bi ser bikeve.”