Dewleta Tirk û êrîşên wê yên nîjatperest hate protestokirin

Betalkirina wekîliya Leyla Guven û Mûsa Farîsogûllari yên HDP’î ya ji aliyê AKP/MHP’3ê ve û girtina wan li Ewropayê bi çalakiyan hate protestokirin.

Li bajarê Hannover, Hîldesheîm û Nûrnberg ên Elmanya li gel bajarê Den Haag ê Hollandayê bi çalakiyan êrîşên nîjatperest ên Tirk hatin protestokirin. Dîsa li Cenevreyê jî çalakiyên protestoyî hebûn.

DEN HAAG

Kurdistaniyên li Den Haag a Hollandayê dijîn êrîşên li ser HDP’ê yên desthilata AKP/MHP’ê bi çalakiyeke ya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê ve hate organîzekirin protesto kirin.

HANNOVER

Di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî de li bajarê Hannover a Elmanyayê darbeya siyasî hate protestokirin. Di çalakiyê de Antî-fa, MLPD, Buroya Aştiyê ya Înternatîonal, Meclîsa Gel a Hannoverê axaftin hatin kirin.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê di çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Hîldesheîm, Meclîsa Jinan a Berçem Cîlo û Komûna Jinê ya Meryem ve hate organîzekirin girtina wekîlên HDP’ê û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û nîjatperest hate protetokirin. Dîsa di çalakiyê de banga boykotkirina turîzma Tirkiyeyê hate kirin.

NURNBERG

Li Nûrnbergê êrîşa nîjatperest a George Floyd, qetilkirina Bairş Çakan ê guhdarî muzîka Kurdî kiribû, dîsa operasyonê qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyekê hate protestokirin. Bi sedan kesên li qada Gosenhofê ya Nûrnbergê hatin ba hev, bi zimanê Elmanî, Kurd û Îngîlîzî pankart hildan. Di axaftinên hatin kirin de li dijî faşîzmê banga têkoşîna hevpar hate kirin.

CENEVRE

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Rîse4Rojava û Tevgera Ciwanên Şoreşger RJ êrîşên demê dawî yê polîsan protestokirin. Çalakî qada Bel-Aîr hate kirin. Çalakî bi dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’ bi dawî bû.