Dewleta Tirk li Brukselê hate protestokirin
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye ji bo protestokirina êrîşên dagirker û qirkirinê yên dewleta Tirk mîtîngek hate lidarxistin.
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye ji bo protestokirina êrîşên dagirker û qirkirinê yên dewleta Tirk mîtîngek hate lidarxistin.
Meşa ku NAV-BEL’ê organîze kir, ji Qada Porte de Namûrê heta Place Schûmannê domiya, ya ku saziyên Yekîtiya Ewropayê li wir in.
Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, flamayên YPG û YPJ’ê hatin hildan û hate xwestin ku bila êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekine.
Belçîkayîyên ku tevlî çalakiyê bûn peyamên piştgiriya berxwedana gelê Kurd dan.