Dewleta Tirk li ber NY’yê hate protestokirin

Li pêşiya ofîsa NY’yê ya li bajarê Cenevre ya Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk a li Heftanîn û Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber avahiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevre ya Swîsreyê hate protestokirin.

Çalakiya bi hevpar ji aliyê CDK-Cenvre û CDK-Lozan ve hate kirin, pankarta ‘Yekîtî û Berxwedan Wê Dagirkeran Têk Bibe’ hate vekirin û alên PKK, YPG, YPJ, TJK-E hatin hildan.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpêk ir û piştre dirûşmên xwedîderketina li berxwedana li Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê hatin qîrkirin.

Li ber avahiya NY’yê bêdengiya li hember qetlîam û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin.

Di çalakiyê de belavoka bi zimanê Fransî hate xwendin û piştre jî Hevserokê NDK Salih Saglam axivî, diyar kir ku divê li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk ên qirker ên li Heftanîn û Başûrê Kurdistanê berxwedanekî hevpar bikin.

Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi dirûşman bi dawî bû.