Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

‘Dev ji polîtîkayên krîmînalîzekirina gelê Kurd berdin‘

Rêveberên KCC’yê li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirina gelê Kurd doz li polîsên Îngilîz vekirin. Yekitiya Hêzê ya Demokratîk jî li dijî êrîşên polîsan çalakiyek li dar xistin.

Bertekên li dijî êrîşa li ser Navenda Civaka Kurd a Londonê berdewam dike. Rêveberên KCC’yê li dijî serdegirtina polîsan serî li darazê da. Li aliyê din jî Yekitiya Hêzê ya Demokratîk li dijî êrîşên polîsan çalakî li dar xistin. Komeleyên Kurdan, şoreşger, sosyalîst û herêmî tevlî çalakiyê bûn û gotin: “Dev ji polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan berdin.”

Di 26’ê Mijdarê de li Navenda Civaka Kurd a Londonê (KCC) bi şahiyek bi heybet Cejna Vejînê hat pîrozkirin. Beriya şahiyê polîsên Îngilîz û tîmên taybet ên girêdayî Wezareta Karên Hundir xwestin li ser Navenda Civaka Kurd a Londonê de bigrin, lê rastî berxwedana bêyî hempa ya Kurdan hatin. Di encama êrîşa polîsan a li ser KCC’yê de sê Kurd bi awayek sivîk birîndar bûn. Li hemberî berxwedana Kurdan polîsên Îngilîz neçar man ku ji avahiya KCC’yê paş de vekişin. Der barê serdegirtina polîsan de geşedanên balkêş hatin jiyîn. Rêveberên KCC’yê wê li polîsên Îngilîz ên “bêyî destûr ketin nava milkê taybet” û li dijî “hedef nîşan dan û krîmînalîzekirina gelê Kurd” dozê vekin.

Parêzerên ku wê giliyê polîsan bikin, ewilî der barê serdegirtinê de ji Polîsên Metpoplitan agahî xwestin, sedema zextên li ser çalakgerên Kurd hatin pirsîn. Ji ber ku Polîsên Metpoplitan bersiv neda daxwaza parêzeran, Midûriyeta Polîsan a Herêma Haringeyê ku avahiya KCC'ê lê ye, ragihand ku operasyon û serdegirtin li derveyî kontrola wan pêk hatiye. Hat diyarkirin ku serdegirtin û operasyon bi temamî ji aliyê timên taybet yên girêdayî Polîsên Metropolitan ve hatiye kirin.

‘KURD LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ BÊDENG NAMÎNE’

Rêvebera Navenda Civaka Kurda a Londonê Turkan Bûdak diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirina gelê Kurd bêdeng nemîne û got: “Em ê mafên xwe yên rewa û qanûnî bikarbînin. Nikarin Kurdan û saziyên wan krîmînalîze bikin. Ev li dijî exalaqî ye. Bi taybetî li deriyên sînor Kurd tên binçavkirin û bi saetan tên lêprisin. Çalakiyên di çarçoveya azadiya ramanê tên kirin, dixwazin bên krîmînalîzekirin. Ev zext gihiştin li ber deriyê me. Êdî sebra Kurdan nameye.”

ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ HATIN LIDARXISTIN

Li aliyê din helwesta polîsên Îngilîz bi daxuyaniyên komeleyên Kurd, Elewî, çep, sosyalîst û herêmî yên li bajêr hate şermezarkirin û protestokirin. Bi sedan endamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, komên enternasyon, Partiya Karkerên Sosyalîst û tevgerên Kurdistanî li Qada Wood Green hatin ba hev. Girseya li vir pankartên "Krîmînalîzekirina Kurdan rawestînin", "Krîmînalîzekirina gelê Kurd ê li Îngilîstanê dijîn rawestînin" hatin hildan. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Dev ji piştgiriya bi Tirkiyeyê re berdin”, “Free Öcalan free Kurdistan”, “Turkish state is terrorist state” û “Dadmendî tunebe, aştî jî tuneye” hatin berzkirin.

Li ser navê girseyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bertek nîşanî helwesta polîsên Îngilîz hat dayîn. Di axaftinan de hate gotin ku ew li gel doza rewa û mafdar a gelê Kurd in. Bi domdarî wiha hate gotin: “Dev ji krîmînalîzekirina gelê Kurd berdin. Kurd û saziyên wan li Rojhilat Navîn û cîhanê li dijî pêkhateyên paşverû yên faşîst û hov ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşin. Gelê Kurd ji bo rûmeta mirovahiyê bedelên mezin da. Divê demildest ji gelê Kurd lêborîn bê xwestin.”

‘EM Ê TIFAQA WE YA QIRÊJ TEHŞÎR BIKIN‘

Li ser navê DGB’yê jî Ercan Akbal axivî û got: “Terorîstê rastîn faşîzma dewleta Tirk bi xwe ye. Operasyon û serdegirtina li ser saziyên Kurdan bêexalaqiya herî mezin e. Eger hûn li terorîstan bigerin hûn ê di nav dewleta Tirk û faşîzma Erdogan de bibînin ku gund û bajarên gelê Kurd wêran kir û mirov bi saxî şewitandin. Tevgera Azadiya Kurd ne terorîst e. Tevgerekî ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşe ye. Divê dewleta Îngilîstanê dev ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde. Ji bo berjewendiyê xwe dev ji krîmînalîzekirina gelekê berdin. Em ê li ber xwe bidin û tifaqa we ya qirêj tehşîr bikin.“

Girseya gel bi dirûşmeyên “Dawî li krîmînalîzekirinê bînin“ ber bi avahiya KCC’yê ya li Harîngayê dest bi meşê kirin. Meş rastî eleqeyek mezin a derdor hat. Di meşê de stranên Kurdî hatin gotin û dirûşme hatin berzkirin. Meş li ber avahiya KCC’yê bi dawî bû.

Li vir axaftin hatin kirin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.