BI DÎMEN

Desteserkirina vînê ya li Colemêrgê li Atînayê hat protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li Atînayê desteserkirina vîna gelê Kurd protestokirin û destnîşankirin ku ew ê li dijî zîhniyeta darbeyê li qadan bin.

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Yewnanîstan Atînayê ji bo protestpkirina destesekirina vînê ya li Colemêrgê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li hev civiyan. Rîseup for Rojava û rêxistinên din ên dost piştgirî dan meşê.

Meş li qada Akademîa destpê kir û heta Konsolosxaneya Tirk dewam kir. Beriya daxuyaniyê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre daxuyanî bi zimanê Îngilîzî hat xwendin.

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Abdulllah Alaguş axivî. Alaguş diyar kir ku ew ê desteserkirina vînê ya li Colemêrgê qebûl nekin û li dijî zîhniyeta darbeyê li qadan bin.

Alaguş banga berdana gerîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr kir ku ji aliyê dewleta Îranê ve cezayê îdamê lê hatiye birîn.

Alaguş bang li saziyên navneteweyî jî kir û xwest ku li dijî bêhiqûqiyên li ser gelê Kurd bikevin tevgerê.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.