Derbarê Enternasyonelên Îtalyan lêpirsîn hate vekirin

Antîfaşîstên Îtalyan ên ku li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kiribûn, li welatê wan zext li wan tê kirin.

Di 23’ê Sibatê de 5 Îtalyan ew ê di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyê didin. Dozger ji bo 5 Îtalyanan cezayên  wekî ‘desteserkirina ehliyet û pasaporta wan û qedexekirina kirina siyasetê’ dixwaze.

Ji bo şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê gelek şoreşger û antîfaşîst ji Îtalyayê çûbûn Rojava. Li Îtalyayê li ser van şoreşgerên enternasyonal zext tên kirin.

Derbarê 4 Îtalyanên ku di nav YPG û YPJ’ê de cih girtibûn, Îtalyanekî ku di TEV-DEM’ê de cih girtibû, lêpirsîn hate destpêkirin.

Davîde Grasso  ê ku derbarê wî lêpirsîn hatiye destpêkirin, ji ANF’ê re axivî. Li gorî vê 5 Îtalyanên ku li Rojava hînî bikaranîna çekê bûne, ‘êdî ew xetereyeke civakî’ ne.

Grassa diyar kir ku ew ê di 23’ê Sibatê de li hemberî dozger xebatên YPG/YPJ û TEV-DEM’ê biparêzin.Grassa got ku, “Em ê ji dozger re bibêjin ku YPG, YPJ û TEV-DEM Sûriye û civaka Ewropayê ji ber DAÎŞ’ê diparêzin. Em ê diyar bikin ku dadgehên Îtalyayê saziyên Ewropayê divê ji bo YPG û YPJ’ê nebêjin terorîst.”

Grassa diyar kir ku hin dozgerên rastgir li rêya darizandinê digerin û got ku, “Yên berê çûbûn Rojava û dema vegeriyabûn Îtalyayê, tu problem ji wan re nehat derxistin. Lê dozgerên rastgir niha li rêya darizandinê digerin. Di meha Îlonê de dozgerekî bi îddîaya ku PKK û YPG heman rêxistin in, xwest dozê veke lê îddîayên wî nehatin qebûlkirin. Bi vê lêpirsîna li ser me re dixwazin, zextan li me bikin.”

Lİ Îspanyayê jî di sala 2016’an de polîsan girtibûn ser malên şoreşgerên ku di nav YPG’ê de şer kiribûn. Bi hinceta ku têkiliya wan bi YPG’ê re heye, herî kêm 20 kes hatibûn destgîrkirin û girtin.