Dêra St. Gallenê piştgirî da Leyla Guven

Li Swîsreyê rêvebera Dêra St-Gallenê Sûzî Alter, diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna Leyla Guven û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 71 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji qada navneteweyî jî piştgiriya ji bo Guven didome.

Li Swîsreyê rêvebera Dêra St-Gallenê Sûzî Alter, diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna Leyla Guven û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Alter diyar kir ku ew piştgiriyê didin Leyla Guven û hemû çalakgerên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê.

Alter bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd qetlîaman dike û Tirkiye îro bûye girtîgeheke servekirî.

Alter têkoşîna gelê Kurd a li Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ’ê bi bîr anî û got: “Em, Dêra Xirîstiyanan, em li dijî hemû bêhiqûqiyan in û gelê Kurd di serî de, em pişta hemû gelên mexdûr digirin.”