Dêra Protestan: Ji bo ragihandina vê qîrînê em ê kar bikin

Rayedarên Dêra Protestan serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ya Strasboûrgê kirin û diyar kirin ku di aliyê mirovî de piştgiriya çalakiyê dikin û wê alikariyên pêwîst bikin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîda li ser Ocalan ku 17’ê Kanûnê li bajarê Strasboûrgê hatibû destpêkirin di roja 28’an de didome. 3 oldarên Dêra Protestan serdana çalakiyê kirin û bi çalakgeran re civiyan.

Serokê Konseya Dêra Temple Neuf Piresbiter Rûdî Popp wiha got; “Nêzikatiya me ya ji bo greva birçîbûnê ji siyasî zêdetir di aliyê mirovî de ye. Di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de em rêz ji bo çalakiyê digrin. Daxwaza me ew e ku çalakî were dîtin û bê destek kirin.”

Keşe Rûdî Popp got ew, dêra Alsace-Lorraine Protestan ev ‘qîrîna’ gelê Kurd bihistîne û ji bo belavkirina vê wê bikevin nava helwdanan.

Rêveberên Dêra Protestan piştre bi çalakgeran re civiyan û têkildarî daxwazên wan agahî girtin. Rêveberên Dêrê li aliyê din têkildarî rewşa tenduristiya çalakgeran pirs pirsîn.