Dengê nemiran ên li Xantûrê berz dibe...

Gelo hûn zanin ku gotina vê stranê niha li Xantûrê ji bo me çiqasî bi wate ye. Dema ku ev stran gihîşt me, Rustem Cûdî û Gelhat Botan ên ev stran digotin, ketibûn hembêza xakê.

Dîmenek ji Xantûrê hat. Şervan mîna her carê bi moraleke mezin distirên. Ji Xantûrê, ji qada şer a herî giran ku berxwedaneke bêhempa lê heye, dengê şervanan hat. Şer nebaş e, qirêj e, rengekî sor e, carna jî reş e, lê dema ku her kes nêzî xakê be...

Şer eger ji bo xweşiyê be, eger ji bo rûmetê be hingî divê tilî timî li ser tetîkê bin, divê lûleya tivingê sar nebe û mirov şer bike. Eger we şer kiribin hingî hûn ê pê zanibin. Eger we şer carekê dîtibin teqez hûn ê pê bihesin.

Lehengên sereke yên şer, lehengên sereke yên min jî şervan in. Yanî gerîla ne. Hin hene ku ji sorkirina şer sûdê werdigirin û stranan dinivîsînin. Li dayika xwe, bavê xwe, zarokatiya xwe bifikirin, dema ku yekî dispêrin axê hûn li ser digirîn. Yanî dema ku hûn yekî gelekî jê hez dikin winda dikin, mîna operayê diqîrin. Bi vî rengî dawî li êşa xwe tînin. Piştre jî dihêlin ku ew birîn bê girtin. Hinek dihêle ku bê ji bîrkirin, hinekî dihêle ku birîn bê pêçandin.

ÊDÎ EŞQEKE BI HÊVÎ HEYE

Hinek jî bi yê dimire re dimire û tevî ku nefesê distîne nikare bijî. Dema ku hevrêyeke/î we birîndar bû, nalîna wê/î jî dikare bibe destpêka stranekê. Ya jî mirov dema agahiyê distîne ku ew hatiye veşartin, hingî gotina destpêkê ya ji devê mirovan derdikeve jî dikare bibe stranek. Rêbertiya Azadiya bînin bîra xwe, her kes pê zane. Dema ku li Aram Tîgran guhdarî dike, çîroka 'eşqa bê hêvî' ya tê bîra wî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo vê li ber dinyayê rabûye û niha tecrîdkirî ye. Dema ku tevî hevrêyên xwe PKK ava kirin, "eşqa bêhêvî" êdî veguherî "eşqa bi hêvî".

Mirov kengî li dijî mêtingerî, dagirkeriyê, şer, komkujiyan, koletiyê, bêîradetiyê û qedexeyan herî zêde bi hêrs dibin û li ber radibin? Dema ku mirov ji yekê/î hez kir, dema ku li ser xaka xwe nikaribe bi rengekî azad bibeze, dema ku nikarîbû stranên xwe bistirê, dema ku bi zimanê xwe nikarîbû biaxive, dema ku li cihê hûn dilîzin dîwar hate lêkirin û lîstika we û hûn nîvco hatin hiştin, dema ku li çiyayên hûn kulîlkan jê kom dikin qereqol hatin çêkirin, dema ku destli hevaltiya we hate werdan, dema ku gotin 'ev kur e, ev keç e' bi vî rengî kategorîze kirin, dema ku ji bo karibin bi rengekî azad bistirên neçar bên hiştin ku bikevin greva birçîbûnê, wê demê hûn ê ji mêtingeriyê gelekî aciz bibin, ji faşîzmê gelekî aciz bibin, ji dagirkeran gelekî aciz bibin, ji qedexeyan gelekî aciz bibin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vî rengî li dijî mêtingeriyê gelekî aciz bû. Yên ji dest da ti carî ji bîr nekir. Wiha got 'Jibîrkirin xiyanet e' û mîna hinekan, yên jê hez kir nexist qefesê. Li her devera dilê xwe reşand û çil milyon Kurd ji nû ve afirîn.

HETA EM HEB IN WÊ LI KURDISTANÊ STRAN BÊN GOTIN

Û gerîla, yên ji dest da ne xist qefesa dilê xwe ne jî mîna ku êdî ew nîne tevgeriya. Çi dibe bila bibe stran gotin. Wan stranan carna birîn sivik kir, carna jî hesret mezin kir. Herî zêde jî kir ku mirov li rastiya xwe vegere. Nîşan da ku çiqasî wêreke ku di nava şer de jî dikarin bistirên.

Gelo hûn zanin ku gotina vê stranê niha li Xantûrê ji bo me çiqasî bi wate ye. Dema ku ev stran gihîşt me, Rustem Cûdî û Gelhat Botan ên ev stran digotin, ketibûn hembêza xakê. Beriya ku tevlî karwanê nemiran bibin nîşanî me didan ku artêşa Tirk a dagirker bi ser neketiye. Li girekî ku ji aliyê dagirkeran ve hatiye dorpêçkirin dengvedana vê stranê dihat wateya "Heta ku em hebin wê stranên Kurdistanê li çiyê bên gotin."

Strana li Xantûrê ku her roj tê bombekirin, şer lê didome û berxwedan di asteke bilind de ye, tê wateya "Artêşa Tirk a dagirker li Xantûrê têk çû."