‘Dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye!

Azad Guneş ê ku di nobeda Strasboûrgê de axivî û got, “Xwedîlêderketina Abdullah Ocalan erk û berpirsyariyeke dîrokî ye. Dem hatiye ku bi hev re azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Ji 25’ê Tîrmeha 2012’an û vir ve li Strasboûrgê li pêşiya Konseya Ewropayê, Nobeta Azadî ji Abdullah Ocalan re tê lidarxistin. Vê hefteyê jî li ser navê koma Vîllîers Le Belê Azad Guneş, Enserî Doyar, Îbrahîm Kulak nobet dewr stendin.

 Yek ji çalakgerên nobedê Azad Guneş jî got, “Li gorî min divê her kêliya ku em jiyan dikin û nefes dikin, divê em xwetexnegiriyê nêzî Rêberê xwe bibin. Berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ku 23 sal in di bin tecrîdeke girankirî de ye, li dijî polîtîkayên dewletê yên tirsandin, çewisandin û girtinê, sedema herî mezin a tecrîdê ye. Dema Rêber Apo bi paş ve gavan neavajê dewlet bi hemû hêza xwe êrîşan dike. Serhildêrên serdemê vê pîvana berxwedanê ji xwe re dikin esas û nahêlin ku dagirker derbas bibin.”

‘DIVÊ RÊGEZA ME YA HERÎ SEREKE AZADIYA FIZÎKÎ BE’

Guneş bal kişand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartineke dîrokî pêk tê û got, "Pêwîst e rêgeza me ya herî bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Li hemberî wan êdî bi tenê asteke nûnertiyê ya gelekî tune. Li hemberî wan serokekî enternasyonel heye ku li hemberî pergalên dewletê alternatîfa herî mezin ava dike û di nav gelên dinyayê de hêviyeke pir mezin diafirîne. Ocalan ku teza modernîteya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst dixe xizmeta gelên cîhanê, divê bi têkoşîna hevpar a gelên cîhanê bi awayekî fizîkî azad bibe. Rêber Apo zîhniyeta dewletê bi giştî stend û dewlet ji koka wê ve nirxand. Rêber Apo xwedî li hemû tiştên ku bi dewletan re tune hatiye hesibandin û li ser wan kedkxwarî hatiye kirin, derket. Rêber Apo asteke nû ya berxwedanê pêk anî. Di vê astê de parastina Rêber apo tê wateya parastina hemû dinya, karker, kedkar, jin û ciwanan. Ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û dinyayê, hemû jin û ciwanan xwedîlêderketina Rêber apo erk û berpirsyariyeke dîrokî ye. Êdî dem hatiye ku em fikrên Rêber Apo li dinyayê belav bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”