Dayikên xavik spî li NY’yê bûn: Nebin hevkarên sûc

Dayikên bi xavikên spî li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin ba hev, bang li NY’yê kirin ku li hember bûyerên rû didin bikevin tevgerê û peyama ‘Bêdengî wateya hevkariyê ye’ dan.

Çalakiya rûniştinê ya 2 rojan a li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê bi armanca balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Çalakiya rûniştinê ya bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsre û Tevgera Jinên Kurd a Swsîreyê hate kirin, bi dehan dayikên bi xavik spî û gelek kesan tevlî bûn.

Çalakvanên ku bi pankart û posterên balê dikişînin ser grevan dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, bêdeng nemînin’ hatin qîrkirin.

Her wiha di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser dayikên girtiyan hate dyaîn. Hate diyarkirin ku divê li her qadê bibin dengê dayikan û dengên wan bidin bihîstin.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin tecrîd li dijî kê bê kirin sûcê mirovahiyê ye. Bêdengiya li hemberî wê tê wateya hevkariyê.

Piştî axaftinên hatin kirin girse bi dirûşman serdana Mehmet Alî Koçak ê ji 20’ê Sibatê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye kirin.

Dayikan anî ziman ku destekê didin Koçak, bang kirin ji bo mirin pêk neyên divê hê zêdetir xwedî li berxwedanê bên derketin.