Dayikan li Cenevreyê bang kirin: Bêdeng nemînin!

Li Cenevreyê Mehmet Alî Koçak li dijî tecrîdê 65 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayikên ku çûn serdana Koçak diyar kirin ku bila tu kes bêdeng nemîne.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê Mehmet Alî Koçak 65 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Ji gelek bajarên Swîsreyê Kurd û dostên wan hatin serdana Koçak. Dayikên Kurd ên li bajarê Lûzernê jî hatin serdana Koçak.

Dayika bi navê Elîf Aydin diyar kir ku bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê nayê qebûlkirin û got ku “Ewropa naxwaze van daxwazên gelê me bibîne. Li tu dera cîhanê berxwedaneke wisa dirêj pêk nehat. Dayikên Kurd wê bi berxwedana zarokên xwe re bin. Em dizanin vê berxwedana gelê me, wê tecrîdê bişkîne.”

Dayika bi navê Zelal Ozkan jî got ku “Edî bes e! Divê em têkevin nav hewldanan. Em naxwazin zarokên me şehîd bibin. Ji bo vê jî divê em berxwedanê geş bikin.”

KOÇAK: EZ AMADE ME, BERDÊLÊ BIDIM

Çalakger Koçak jî diyar kir ku berxwedana dayikên Kurd hêz û moral dide wî û got ku “Bila dijmin baş bizanibe ku em ji dayîna berdêlan natirsin. Em sozê didin dayikan û gelê xwe, em ê vê tecrîdê bişkînin.”