Dayika Xelef li PE'yê ye: Li dijî Erdogan dest bidin hev

Yek ji beşdarên Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê (PE) Sûad Mûstafa dayika siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef e. Sûad Mûstafa bang li jinan kir ku li dijî rejîma Erdogan dest bidin hev.

Di rûniştina duyemîn a roja duyemîn a Konferansa Kurd de ya li Parlamenta Ewropayê, nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.

'ERDOGAN Ê DIJMIN BI RENGEKÎ HOVANE QETIL DIKE'

Qisekera destpêkê Sûad Mûstafa bû ku dayika siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef e. Xelef di Cotmeha 2019'an de ji aliyê çeteyên rejîma Tirk ve hatibû qetilkirin. Mûstafa got, "Min ji gelê Rojava, ji qada berxwedanê silav ji we re aniye" û destnîşan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Mûstafa diyar kir ku Erdogan 'dijmin' e û êrişî vê şoreşê dike.

Mûstafa got, "Di Cotmehê de dagirkeriyê dest pê kir û di 12'ê Cotmehê de Hevrîn Xelef bi rengekî hovane qetil kirin. Di 13'ê Cotmehê de jî dayika Akîde ji bo aştiyê berê da Serêkaniyê, lê ew jî qetil kirin. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, bi êrişa dijî jinê li mirovahiyê dixin."

Mûstafa got, "Dengê Hevrîn Xelef bû dengê cîhanê û mirovahiyê. Ji bo azadiya jinê bû sembol. Ji bo azadiya jinê bû nirx."

'BANGA MIN LI TEVAHIYA CÎHANÊ YE'

Mûstafa bi dewamî got, "Ev dijmin mirovahiyê nas nake. Niha bi milyonan Hevrîn hene. Li dijî vî faşîstî (Erdogan) serî hildan û wê hîn jî serî hildin. Banga min li tevahiya jinan e: dest bidin hev, bibin yek deng, li dijî Erdogan û yên destekê didin Erdogan bêjin, 'Em hemû Hevrîn in, em ê li dijî te li ber xwe bidin, li girê Miştenûrê em Arîn Mîrkan in'."

HASSAN: DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA PIŞTGIRIYA SIYASÎ BIDE

Cîgira Hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Majdoleen Hasan destnîşan kir ku şoreşek ji bo bibe şoreş divê bibe şoreşa jinê û got, "Di şoreşa Rojava de jin di navendê de ne." Hassan anî ziman ku li qadê karên mînak tên meşandin û ev bang li Yekîtiya Ewropayê kir: "Ji aliyê siyasî ve piştgiriyê bidin me, piştgiriyê bidin projeya me ya siyasî."

BARAKAT: ERDOGAN DIXWAZE ÎRADEYA JINÊN KURD BIŞIKÎNE

Nûnera Kongreya Star a li Elmanyayê Hatîce Barakat jî ragihand ku ji Rojava gelek hevalên wan ji ber ku nekarîn vîzeye werbigirin tevlî konferansê nebûn. Barakat qala karên Kongreya Star kir û bal kişand ser rola jinê ya di nava şoreşê de. Barakat destnîan kir ku şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye û got, "Jinên li Rojava her tişt bi destê xwe afirand." Barakat diyar kir ku Erdogan ev yek li dijî xwe weke gefekê dît, destpêkê Efrîn dagir kir, piştre di 9'ê Cotmehê de dest bi dagirkeriyeke nû kir. Barakat ragihand ku hedefa destpêkê ya êrişên Erdogan jin bûn û got, "Hîn jî dewam dike. Jin tên revandin û qetilkirin. Li Serêkaniyê û Girê Spî ev yek dubare bû. Erdogan dixwaze îradeya jinên Kurd bişikîne. Lê belê îradeya jinên Kurd wê neşikê."