Dayik Dirrê Gornu li Salzgîtterê hate bîranîn

Dayik Dirrê Gornu ku dewleta Tirk hevserên wê û 2 kurê wê qetil kirî û ew jî 24’ê Kanûna li Êlihê 2019’an çûyî ser dilovaniya xwe li Elmanya, li bajarê Salzgîttereyê hate bibîranîn.

Dayik Dirrê Gornu ku dewleta Tirk hevserên wê û 2 kurê wê qetil kirî û ew jî 24’ê Kanûna li Êlihê 2019’an çûyî ser dilovaniya xwe li Elmanya, li bajarê Salzgîttereyê hate bibîranîn.

Maseya bibîranînê bi wêneyên her sê şehîdan û dayika Dirrê bi gul û mûman hate xemilandin.

Kurê dayik Dirrê, Metin Gornu di bîranînê axivî û derbarê dayika xwe got, “Dayika min gelekî zor û zehmetî kişand. Em mecbûr bûn ku em ji cih û war û welatê xwe derketin. Diya min jinek wêrek bû, ti carî serê xwe himberî zilm û zorê danexist an jî gav şûn de neavêt. Wê herdem ji me re digot, welatê me û çanda me ji bîr nekîn, li dû doza xwe bisekinin. Dayê herdem cilê wê kesk û sor û zer bû. Jinek Kurdistanî bû, dayika me tevan bû. Gorî şertên welat, dîsa jî em birçî nehiştin. Em tev wekhev didîtin û wiha jî em mezin kirin û anî emrekî. Dayê li Hannover cem Kurê xwe Aydîn dima, tendurustiya wê ne baş bû, hem fizîkî û hem pîskolojiya wê her diçû, zêde ber bi xerabûnê diçû. Jiyana li Elmanya wê tucarî ne xwest û ranedikir, dayê herdem dixwest vegere ser axa xwe, ser erdê xwe, ava xwe. Wê rojekê biryara xwe da û got ez êdî li vir namînim û dayê berê xwe da welat û çû cîh xewn û xeyalên xwe. Dayê dema li welat ma, me dît tendurustiya wê roj bi roj baş dibû, dayê wek gulekê vebû, tendurustiya wê gelekî baş bû. Me dixwest ku dayê 6 mehan li Ewropa, 6 mehan li welat bimîne, lê wê ev qebûl nekir. Wê got ez êdi ji welatê xwe dernakevim. Dema dayê çû ser dilovanya xwe, me li welat şîn danî. Li welat derdora 15 hezar mêvan hatin ser şîna wê, hezkirinek xurt di nava gel de hîşt. Ji ber ku mala min jî li Hollanda ye, cara 2‘yan li cîhê ku ez lê dibînim me şîn danî. Û îro li bajarê Salzgîter.”

Di kevneşopîyên Kurdan de heta roja îro jin û mêr cihê şînê cûda çêdikin, ji ber wiha li cîhê jina ser navê tevgera Jinê ya YJK Hakime Yousef wusa axivî û got, “Dayika me û malabata xwe di nava surgunê de jiyane. Ji ber ku li himberî koletiyê, zordestiyê û dagirkeriya li welatê me yanî Kurdistana me, axa me dagir kirin û her gelê me binpê û bindest kirin. Ev dayik û malbata xwe serî rakirine, di nava serhildanê de û berxwedanê de cîhê xwe girtine” du axaftinên xwe ên destpêkê, jinên hazir deqeyekê rêz girtin. Piştre keça dayê Zemzema axivî û got, “Divê gelê Kurd vê dozê bişopîne û lê xwedî derê, wê zarokên xwe şehîd dan, tenê daxwaziya wê, li vê dozê xwedî derê, daxwazya wê daxwazya min e jî.”

Li aliyê mêran jî nunerê Komawê Apê Hesen axivî û got, “Em rehma xwedê ji wê re dixwazin, em dikarin veya bêjin, xwesteka dayê ew bû ku gelê Kurd li vê şoreşê û xwîna şehîdan xwedî derkeve, xwesteka hemû malbatê şehîda jî ev e. Xwesteka şehîdên me jî ev e, şehîdê me nabêjin hûn çawa dikin bikin, şehîdê me dibêjin em ê ji bo we xwe feda bikin, hûn jî wê şopê bernedin, li xwîna me xwedî derkevin û ji bo wiha jî dayê êşên gelek mezin dît û em sersaxî ji malabatê re dixwazin û em dibêjin Şehîdên me namirin.”