Daxuyaniya saziyên Kurdan ên li Ermenistanê têkildarî Ocalan

Yekîtiya Kurdên li Ermenistanê, Yekîtiya Jinên Azad ên li Ermenistanê û Kurdistan Komîteyê têkildarî şewata li Îmraliyê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştrastbûna agahiyên li ser şewata li Girava Îmraliyê wan dixe nava fikaran û hate gotin, "Dewleta Tirk bi komplo û lîstikên xwe tê naskirin. Tê zanîn ku bi vî rengî gelek sûcên li dijî mirovahiyê hatiye kirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku daxuyaniya dawî ya dewleta Tirk a li ser Girava Îmraliyê cihê guman û fikaran e û hate gotin, "Rêber Apo bi qasî ji bo gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê, ji bo me Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê jî sedema hebûnê ye. Bi vê bîr û baweriyê nuqteya herî hesas ji bo me ewlekarî û tenduristiya wî ye.

Têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo eger rewşeke neyînî biqewime wê CPT û hêzên navneteweyî hemû yên tevlî vê komployê bûn berpirsyar bin.

Em bang li van hêzan, saziyên mafên mirovan û raya giştî ya cîhanê dikin ku berpirsyariyên xwe pêk bînin."

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku parêzerên Ocalan tavlilê biçin Îmraliyê, pê re hevdîtinê bikin û hate destnîşankirin ku heta ev bê kirin wê têkoşîna xwe mezin bikin.