Darbeya siyasî ya AKP-MHP'ê li Berlînê hate şermezarkirin
Darbeya siyasî ya AKP-MHP'ê li paytexta Elmanya Berlînê hate şermezarkirin.
Darbeya siyasî ya AKP-MHP'ê li paytexta Elmanya Berlînê hate şermezarkirin.
Çalakiya şermezarkirinê bi rengê tûra li nava bajêr pêk hat.
Kurdistanî saet di 14:00 de li hev kom bûn û bi wesayitên xwe li nava bajêr geriyan.
Konvoya ji wesayitan ji qadên Dêra Hilweşiyayî, Rathaûs Schoneberg, Hermannplatz, Kotbûsser Tor, Alexanderplatz, Abgeordnetenhaûs, Potsdamer Platz, Kanzleramt, Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê û Leopoldplatzê derbas bû û çalakî li Franz Neûmann Platzê bi dawî bû.