Darbeya AKP-MHP'ê li Frankfûrtê hate şermezarkirin

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê, aktîvîstên JXK û YXK'ê darbeya AKP-MHP'ê şermezar kirin.

Aktîvîstên Jin ên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) danê êvarê çalakiyek pêk anîn û girtina parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari şermezar kirin.

Girseya gel bi banga aktîvîstên JXK û YXK'ê li hev kom bû û li qada Frankfûrt Kaîsersackê çalakiyek pêk anî. Aktîvîstan têkildarî rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê raya giştî agahdar kirin û daxuyaniya destpêkê ya Leyla Guven a ji girtîgehê şand xwendin.

Aktîvîstan bal kişandin ser kiryarên fşaîst û êrişên qirker ên dewleta Tirk û ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê bang kirin.