Darbeya AKP/MHP’ê li Borlangê hate protestokirin

Li bajarê Borlenge ya Swêdê êrîşên dewleta Tirk a faşîst hate protestokirin.

Darbeya AKP/MHP a faşîst, dîsa êrîş li ser gelê Kurd û girtin bi çalakiyekê hate protestokirin. Di axaftinên hatin kirin de ev hate gotin: “Çi li Rojava û çi jî li Bakur girtin û qetlîam gihiştine lûtkeyê.”

Hate gotin ku divê li dijî vê Kurd dakevin qadan û vê hovîtiyê tehşîr bike. Dîsa Şehîdxistina Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn jî hate protestokirin.

Di dewama çalakiyê de soz û girêdana bi şehîdan ya heta serketinê hate nîşandan û jina ku li Efrînê hatibû qetilkirin jî hate bibîranîn.