Damezirandina PKK’ê li Saerbeckê hat pîrozkirin
Li Saerbeckê, 46’emîn salvegera damezirandina PKK’ê bi coş hat pîrozkirin.
Li Saerbeckê, 46’emîn salvegera damezirandina PKK’ê bi coş hat pîrozkirin.
46’emîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan’ın (PKK) ku 27’ê Mijdara 1978’an de hat damezirandin, li bajarê Elmanyayê Saerbeckê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Saerbeckê hat lidarxistin û ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hunemendên wekî Binevş Cizirî, Sîpan Xelat, Yilmaz Tekîn û Kanî Bîlal beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Axaftina vekirinê ji aliyê hevserokên DKTM’ê ve hat kirin. Hevserokên Saerbeck DKTM’ê wiha axivîn: “Em vê pîrozbahiyê di serî de Rêber Apo, diyarî şehîdên xwe û malbatên şehîdan dikin. Roja vejînê li Kurdistaniyên li her çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin pîroz be, hûn hemû bi xêr hatine. Wekî hûn dizanin, tovên ku ciwanûn Kurd di vê roja vejînê de çandin li hemû bajar û welatan şîn dibin. Îro roja hebûnê ya gelê Kurd e.
Gelê Kurd îro ji serdemeke gelek girîng re derbas dibe. Em bibiryar in ku heta em azadiya xwe û Rêberê xwe dabîn bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
DIVÊ CIVAKA KURD A LI EWROPAYÊ ROJAVA BIPARÊZE
Siysetmedar Faysal Sariyildiz di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Heger em dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin, dê civaka Ewropa jî dengê me bibihîse û zorê bide rêveberên xwe. Heger em dengê xwe xurttir bilind bikin ew ê nekarin bêdeng bimînin. Gelek baş tê zanîn ku bi rêya Selefiyan û DAÎŞ’ê li Rojava û Sûriyeyê demokrasî dê pêk neyê. Qaşo dibêjin em ne wekî DAÎŞ’ê ne, lê goristan û qadên dîrokî talan dikin.”
EM BI ŞOREŞGERÊN XWE SERBILIND IN
Sariyildiz, piştî çend mînak ji serhildanên Kurdan da û bal kişand ser giringiya yekîtiya netewî ya Kurdan û got: “Lê binêrin, serhildanên berê ji aliyê malbat, bajar an jî herêmekê ve dihat kirin. Bo nimûne, serhildana Seyîd Riza li Dersimê pêk hat lê Kurdên li herêmên din dijîn nekarîn beşdar bibin. Civaka me ya Elewî pêşengiya wê kir lê belê civaka me ya sunî nekarî beşdar bibe. Ji ber ku hêz û yekîtiyeke wisa tune bû. Gelek serhildan pêk hatin û gelek qehremanên me hatin qetilkirin. Loma heta 1938’an serhilldanên me bi ser neketin. Tenê li Dersimê 80 hezar însanên me hatin qetilkirin. Çemê Mûnzûrê veguherî gola xwînê. Jin û zarok di şikeftan de bi jehrê hatin qetilkirin. Di vê sedsala dawî de Kurdistan veguherandin goristanekê.
Dema li Cizîrê, berxwedana xwerêvebirinê dihat dayîn, Mehmet Tûnç li ser telefonê wiha got: ‘Em 60 sivîl in. Em hemû bêçek in lê em belasebeb nehatin vê derê. Li gor hiqûqa navneteweyî divê me ji vir bigirin û bibin nexweşxaneyê, ji ber ku em hemû birîndar in. Lê dewleta Tirk dixwaze em ala spî rakin û biçin ber lingên wan. Dixwazin bi postalên xwe me bin pê bikin û di şexê me de rûmeta gelê Kurd bin pê bikin. Bila gelê me baş bizane ku em neviyên Şêx Seîd û Seyîd Riza ne. Em hevrêyên Kemal û Xeyrî ne. Wan serî netewand. Em ê jî serê xwe netewînin. Bila gelê me bi me serbilind be.’ Lê binêrin ev îrade wekî çiyayekî ye. Bi vê îradeyê li Rojava şoreşek pêk hat. Tê bîra we, demekê li Kobanê tenê 100 kes mabûn lê wan jî Kobanê neterikand. Piştre ji çar aliyên dinyayê enternasyonalîs û şoreşkerên ji Tirkiyeyê berê xwe dan Rojava. Nebêjin ku dewletan ew şoreş nedît. Hemû dewlet şoreşa li wir dibînin. Zîzek dibêje ku li cîhanê hêviya me ya demokrasiyê nemabû lê gelê Kurd hêviya me ya demokrasiyê vejand. Ev ji bo me rûmetek e. Divê em jî bi zarokên xwe serbilind bin. Lê hîn tu tişt xilas nebûye, pêvajoya dijwar niha dest pê dike.”
Pîrozbahiya salvegera damezirandina PKK’ê bi stranên Binevş Cizirî, Sîpan Xelat, Yilmaz Tekîn û Kanî Bîlal û bi gerandina govendê bi dawî bû.