Dagirkeriya Tirk li welatên Ewropayê hatin protesto kirin

Kurdistanî û dostên wan ên li gelek bajarê Ewropayê daketin qadan dagirkeriya Tirk a li ser Rojava bi çalakiyan protesto kirin.

NURNBERG

Bi hezaran kesên li bajarê Nunberg ê Elmanyayê hatin ba hev dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Meş ji Qada Pîlerrer a Nurnberg heta Qada Aûssesplatzê dom kir. Di çalakiyê de bang hete kirin ku dakevin qadan.

STÛTTGART

Li ser banga KCDK-E zêdetirî 15 hezar kes li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê daketin qadan dagirkeriya Tirk şermezar kirin. NCKD, MLKP, PARTÎZAN, PYD, Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereş (MARDEF) MLPD, Înîtîatîve Kurdistan, OTKM, AAFB-BW tevlî meşê bûn.Di çalakiyê de bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û saziyên Ewropî ya li dijî dagirkeriyê hate şermezarkirin.

HANNOVER

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya gara trenê ya Hannoverê hati nba hev qetlîama li ser Rojava hate protestokirin. Parlemetera Federal a Partiya Çep Dîtter Dehm, Nûnerên Koma Otonom, nûnerên Tevgera Şoreşa Çep a Tirkiyeyê axivîn.

DUSSELDORF

Ciwanên Kurd li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyek kirin. Ciwanan dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Heta mirinê bi te re ne Rojava’ qîr kirin.

DARMSTADT

Bi sedan kesên li Qada Lûîsenplatz a bajarê Darmstadt a Elmanyayê dagirkeriya Tirk hate protestokirin.