Dagirkeriya Tirk li Stockholmê hate şermezarkirin
Li ser banga KCDK-E Başûr a protestokirina dagirkeriya Tirk li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê ya li Stockholmê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin.
Li ser banga KCDK-E Başûr a protestokirina dagirkeriya Tirk li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê ya li Stockholmê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê saet 12:00’an Kurdistanî li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê hatin ba hev û êrîşên qirker û dagiker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Di çalakiyê de ji nûnertiya KCDK-E Başûr heyetek ji du kesan bi rayedarên sefareta Iraqê re axivîn.
Piştî demekê çalakî li ber avahiya Sefaretxaneya Tirk dom kir.
Çalakî 3 saetan dom kir û di çalakiyê de bê navber dirûşmên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk tîne ziman hate qîrkirin.