Dagirkeriya Tirk li Freîbûrgê hate protestokirin

Êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Freîbûrg ê Elmanya bi mîtîngekê hate protestokirin.

Li mîtînga ku li Qada Ate Synagoge ya ku li navenda bajarê Freîbûrgê hate kirin, alên YPG/YPJ’ê hatin hildan û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ qîr kirin.

Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tavilê divê ji xaka Rojava derkevin. Her wiha berxwedana rûmetê ya bi pêşengtiya QSD’ê li Rojava li dijî artêşa Tirk a dagirker tê kirin jî silav kirin. Bang hate kirin ku ji ber sûcên şer divê dewleta Tirk bê darezandin.