Dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Li Emmerich a Elmanya, bajarê Toûloûse ya Fransa, bajarê Mîlano ya Îtalya û paytexta Ewûstûrya Viyanayê bi hezaran Kurdistanî daketin qadan û êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Li bajarê Emmerich a Elmanyayê li ser banga Meclîsa Gel a Kleve bi tevlîbûna sedan kesî li ser rêya Emmerîch Kleîner Love mîtîngek hate kirin. Li vir bi zimanê Elmanî û Kurdî axaftin hatin kirin. Her wiha banga divê kes li dijî qirkirina Tirk a li ser Kurdan bêdeng nemîne û xwedî li Rojava derbikeve.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan ên Fransî daketin qadan dagirkeriya Tirk protestokirin.

MÎLANO

Sendîkaya Gel a Yekbûyî ya Îtalya (CÛB)her sal weke kevneşopî meşa greva giştî ya îsal baskekî wê li Mîlanoyê pêk hat. Meşa ku Komîteya Kurd jî cih girt, ji Qada Kaîrolî destpê kir. Di meşê de dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojeva wan bû. Li ser navê CÛB’ê Walter Mantagnolî got: “Faşîzma Erdogan êrîşî Rojava dike. Di serî de Kurd û bê ku gelên din cuda bike qetil dike û çekên kîmyewî bikar tîne.

VIYANA

Li paytexta Ewûtûrya Viyanayê jî bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li qada Schwedenplatz bi meşeke meşaleyî dagirkeriya Tirk a li Rojava protesto kirin.Di meşa Defend Rojava lidar xist de, pankartên bi nivîsa ‘Bijî Berxwedana Jinên Rojava’ û ‘Ji Dagirkeriya Tirk a li Rojava re’ û dîsa dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîztan’ û ‘Bijî YPG/YPJ’ hatin qîrkirin.