Dagirkeriya Tirk a li Garê li Zurîhê hate protesotkirin
Piştî banga lezgîn a çalakiyan a KCDK-E’yê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Garê protesto kirin.
Piştî banga lezgîn a çalakiyan a KCDK-E’yê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Garê protesto kirin.
Komîteya Rojava û ciwanên Swîsreyê daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Garê protesto kirin û banga piştevaniyê li gel kirin.
Di çalakiya li Langstrasseyê hate kirin de daxuyaniyek hate dayîn û ev ahte gotin: “ Em gelê Kurd li dijî her cûre êrîşên dewleta Tirk a li ser gerîla tevî pandemiyê jî li qadan in. Em li gel gerîla cih digirin.
Em ê li dijî dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê dewletên Elmanya li her derê têkoşîna xwe bidomînin.”