Dagirkeriya dewleta Tirk li Parîsê hate protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê li paytexta Fransa Parîsê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) çalakiyek hate kirin. Gelek Kurdistanî û nûnerên Federasyona Elewiyên Demokratîk ên Ewropa (FEDA) jî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî saet 15:00’an li Qada Repûblîqe bi meşekê destpê kir . Di meşê de pankartên bi nivîsên Kurdî û Fransî ‘Rê nedinin dagirkeriyê’ û ‘Dewleta Tirk Kurdistanê dagir dike, cîhan bêdeng e’ hate vekirin.

Her wiha di tevahiya meşê de dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘Dewleta faşîst a Tirk ji Kurdistanê bi cehenime’ hatin qîrkirin û bi sedan belavokên êrîşên dagirkeriya Tirk tîne ziman hatin belavkirin. Çalakî li yek ji garên herî mezin a Praîsê li Gare de l’Estê veguherî mîtîngekê.

Parlementerê berê yê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyeman axivî û got: “Hevkariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li gel êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar dikin, bang dikin ku demildest ji vê şaştiya xwe vegerin.

Adiyeman bang li dewleta Fransa jî kir ku li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bêdeng nemînin û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk vê van êrîşên xwe bingehê nefeshildanê dide çeteyên DAÎŞ’ê yên ji bo cîhanê bûye bela. Li dijî Kurdan ên li dijî çeteyên hov bi lehengî têkoşîn kirin, Fransa û welatên Ewropa divê li hember vê erkên xwe bi cih bînin.

Di dawiya çalakiyê de bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê dijîn hate kirin ku li dijî her cûre êrîşan tim di nava çalakiyan de bûn.