Dagirkeriya dewleta Tirk li Krasnodarê hate şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê, li herêma Krasnodar a Rûsyayê hatin şermezarkirin. Her wiha salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê, li herêma Krasnodar a Rûsyayê hatin şermezarkirin. Her wiha salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Li Mala Çandê ya Kurd a li Krasnodarê ya herêma Stavropolê ya Rûsyayê bi wesîleya salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek hate dayin.
Hevserokê Otonomiya Kurd a Stavropolê Huseyinê Çerkez daxuyanî da, 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê û li gelan pîroz kir, cangoriyên şoreşê jî bi rêzdarî bi bîr anî.
Çerkez qala êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re kir û bang li PDK'ê kir ku dawî li hevkariya xwe ya bi dagirkeran re bîne.
Çerkez her wiha diyar kir ku divê gelê Kurd li Kurdistanê û her çar aliyê cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe hîn bilind bike.
Piştî daxuyanî û peyamên hatin dayin çalakî bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'Bijî pêngava 15'ê Tebaxê' bi dawî bû.