Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Dadgeha Temyîzê ya Brûkselê: Xebatên PKK’ê ne terorî ne

Carekî din Dadgeha Temyîzê ya Brûkselê destnîşan kir ku xebatên PKK’ê ne terorî ne û ji ber vê yekê dadgehkirina 37 siyasetmedarên Kurd nehate pejirandin.

Dadgeha Temyîzê ya Belçîkayê biryara xwe ya li ser têkoşîna bi çek a PKK’ê ya li Bakurê Kurdistanê ya ‘Nelihevkirina navxweyî ya Tirkiyeyê’ ya li ser nerazîbûna Dozgerê Federal ê Belçîkayê îro pêk anî.

Dadgeha Temyîzê carekî din destnîşan kir ku xebatên PKK’ê ne terorî ne, biryara di derbarê 37 siyasetmedarên Kurd ku di navde Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar betal kir.

Bi vê biryarê re lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Federal a Belçîka ku ji sala 2006’an ve li ser rêveberê PKK’ê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Mafekî din ê dozgerê federal maye ku serlêdan li Dadgeha Bilind bike.

Heman dadgehê 15’ê Îlona 2017’an PKK’ê weke ‘Rêxistineke bi çek a dewleta wê ya navneteweyî neyî’ pênase kiribû.

Bal kişandibû ser şideta dewleta Tirk, PKK jî bersiva bê şidetê dide û diyar kiribû ku li holê ti xebatekî ya terorî nîne.

Li gorî biryarê, wê li Belçîkayê bi yasayên terorê nayê darezandin.

Li Belçîkayê sala 2006’an jî siyasetmedarn Kurd Remzî Kartal, Zubeyir Aydar û Adem Ûzûn jî di nav de di derbarê 37 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin.

3’yê Mijdara 2016’an Odeya Lêpirsînê ya Belçîka, ragihandibû ku PKK ne rêxistineke ya terorê ye, rê nedabû ku doz bê vekirin.

Dozgerê Federal nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê kiribû.

Li ser nerazîbûna dozgerê Tirk û Belçîkayê, 9’ê Gulana 2017’an alî li dadgeha nerazîbûnê hatibûn guhdarkirin.

Di doza ku daxwaza bila PKK ji ‘lîsteya terorê’ ya YE bê derxistin de, 16’ê Nîsana 2018’an li Dîwana Edaletê ya Ewropayê hatibû pêkanîn.

Dîwana Edaletê hebûna PKK’ê ya li lîsteya terorê ya YE’yê bêhiqûqî dîtibû.