Dadgeha Kolnê: Kiryara li hemberî şandeya ku diçû Kurdistanê derqanûnî ye

Dadgeha Îdarî ya Kolnê biryar da ku qedexeyên li dijî şandeya aştiyê ya diçû Kurdistanê, derqanûnî ne.

Polîsên Elman di Hezîrana 2021’an de bûn asteng ku endamên Defend Kurdistanê Theda Ohling û Ronja H. derbasî Hewlêrê bibin û li Balafirgeha Dusseldorfê dest dabûn ser pasaportên her du kesan.  Dadgeha Îdarî ya Kolnê têkildarî serlêdana Theda Ohling û Tonja H. biryara ku helwesta polîsan ‘’derqanûnî ye’’ da.

Dadgeha Îdarî ya Kolnê astengkirina çûna Kurdistanê ya endamên delegasyonê ya ji aliyê polîsên Elman ve derqanûnî dît.

Dozdar Theda Ohling û Ronja H. di nava şandeya aştiyê ya navneteweyî ya dixwest biçin Kurdistanê de bûn ku şande têkildarî bidawîbûna êrîşên dewleta Tirk ên hiqûqa navneteweyî binpê dikin, kar dike.

SEDEMA ASTENGKIRINÊ: BERJEWENDIYÊN ELMANYAYÊ NE

Polîsên federal li Balafirgeha Dusseldorfê destûr neda ku 17 beşdarvan ji Elmanyayê derkevin ku Cansû Ozdemîr a Endama Parlamenta Hamburgê jî di nava wan kesan de bû. Li ser vê yekê polîsan derheqê kesên berbehs de qedexeya derketina mehekê da. Rayedaran ji bilî hêmanên din, têkiliya Komara Elmanyayê ya Federal a bi Tirkiyeyê weke hincet nîşan da û diyar kirin ku wê seredanên bi vî rengî têkiliyên di navbera her du aliyan ‘’zêdetir xirab’’ bike.

Piştî redkirina îtîrazên li dijî qedexekirinan, du beşdarên ji bajarê Hamburgê di Hezîrana 2022’yan de li dijî polîsên federal doz vekiribûn. Ku dozdaran ev kiryara polîsên federal weke êrîşeke li hemberî civaka Kurd û hevgirtina navneteweyî û binpêkirinan mafên sereke pênase kirin. Dadgeha Îdarî ya Kolnê jî têkildarî van gazindan biryara xwe da.

Piştî ku dozên her du dozkaran di nava demeke kurt de hatin dîtin  dadgehê di her du dozan de jî biryar da ku qedexeyên polîsên federal li dijî hiqûqê ne.