Li Qibrisê Komploya Navneteweyî bi meşeke dirêj hate protestokirin

Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdistaniyên li Qibrisê û dostên wan ve bi meşeke dirêj hate protestokirin.

Li taxa Dali ya 20 kîlometre dûrî paytext Lefkoşyayê çalakger di saetên serê sibê de ji bo şermezarkirina komployê kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin.

Di meşa ku tevî barana zêde hat lidarxistin de çalakgeran pankarta "Ji Ocalan re azadî" û posterên Abdullah Ocalan hildan, gelek caran dirûşmên "Ji Ocalan re Azadî", "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”,  “Bê Serok jiyan nabe” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.

Gelê Qibrisê eleqeyeke mezin nîşanî çalakgerên ku di kolanên herî qelebalix ên paytext Lefkoşyayê re derbas dibûn, dan. Welatiyên derdorê bi nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan çalakgeran.

Di meşê de belavokên ku komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin hatin belavkirin.

Girseya gel a meşa azadiyê li ber Konsolosxaneya Yewnanistan a Lefkoşyayê pêşwazî kir. Çalakgeran li ber avahiya konsolosxaneyê mîtîngek li dar xistin û li vir daxuyaniya bi zimanê Yewnanî xwendin. Piştre siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axaftinek kurt kir.

 

Serhat got, "Rêber Apo bi berxwedana xwe ya 25 salan a ku di dîrokê de nehatiye dîtin, bersiva herî baş da hêzên komploger. Êdî dem hatiye ku vê berxwedanê veguherîne azadiyê." Serhat diyar kir ku gelê Kurd êdî nikare tehamulî vê tecrîdê bike û bang li her kesî kir ku tevlî kampanyaya ji bo azadiya Rêber Ocalan bibin.

Piştî axaftinan çalakgerên jin çelenga reş li ber deriyê konsolosxaneyê danîn û dawî li çalakiya xwe naîn.