'CPT a ku li pêşberî tecrîdê bêdeng e, sûcdar e'

Kurdistaniyên ku serdana greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin, bal kişandin ser bêdengiya CPT a li pêşberî tecrîdê û diyar kirin, CPT sûcdar e.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li bajarê Strasboûrgê di roja 28'an de ye. Kurdistaniyên ku destek dan grevê, bal kişandin ser girîngiya berxwedanê û diyar kirin, bi tecrîdê re êrîş û komkujiyên li dijî gel tên kirin, zêde bûne.

'EWROPA XWE KER, KOR Û LAL DIKE'

Hevserokê Mala Çanda Mezopotamyayê ya Bregenzê Nesîm Şahbaz bal kişand ser berxwedanê û got, divê li her derê gelê me li ser piyan be.

Şahbaz got, "Çalakiyên piştgiriya greva birçîbûnê, ji bo bala raya giştî ya Ewropayê bikişîne, girîng in. Divê ev yek hîn bi xurtî were kirin."

Nesîm Şahbaz işaret bi têkoşîna gelê Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê kir û got, "Lê belê niha êrîşên tinekirin û dagirkirinê li dijî Kurdan tê kirin û Ewropa jî xwe ker, kor û lal dike."

Şahbaz anî ziman, wê 19'ê Çileyê bi otobusekê ji Bregenzê serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Stasboûrgê bikin.

'BI TECRÎDÊ RE ÊRÎŞÊN LI SER GEL JÎ ZÊDE BÛN'

Endamê Komîsyona Edaletê ya Çanda Mezopotamyayê Haydar Durna ku ji bajarê Lyonê hate çalakgerên li Strasboûrgê diya rkir ku tecrîd û êrîş bi hev pêk tên. Durna got, "Dema tecrîdê dest pê kir, bi wê re êrîşên li dijî gel jî zêde bûn. Dema tecrîd kêm dibe, êrîş jî kêm dibin. Ango ev hemû ji heman navendê tên rêvebirin."

'CPT JÎ SÛCDAR E'

Rojîn Almas a ji bajarê Kehl ê Elmanyayê hat serdana çalakgeran diyar kir ku li dijî faşîzma Erdogan divê teqez berxwedan bê bilindkirin. Almas got, "Erdogan bi qasî ku bibêje 'Kurd li Efrîkayê jî bin, em ê nehêlin bibin xwedî maf' dijminatiya Kurdan dike. Lê wê aqûbeta Erdogan jî weke kujer Seddam be."

Almas wiha dawî li axaftina xwe anî; "Gelê Kurd wê rê nede êrîşên dewleta Tirk ên faşîzane. Ev tecrîd jî parçeyekî polîtîkaya tunekirin û tunehesibandina gelê Kurd e. CPT a ku li dijî tecrîdkirina Rêbertiya me bêdeng dimîne sûcdar e. CPT, bi berpirsyariya xwe ranabe."