CPT: Îmralî jî di nav de serdana gelek zindanan hatiye kirin

CPT a li dijî tecrîd û berxwedana li dijî tecrîdê bi mehan bêdeng ma, ragihand ku di nava vê mehê de Girtîgeha Îmralî jî di nav de serdana gelek girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê kiriye.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) a girêdayî Konseya Ewropa (KE) ve hate kirin, ragihand ku di navbera 6-17’ê Gulanê de serdana gelek girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya vê serdanê de jî çûne Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tê ragirtin, li vir mercên girtiyên piştî serdana heyeta CPT’ê ya sala 2016’an û rapora piştî wê hatî parvekirin hatiye guhertin an ne hatiye lêkolînkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtîgehên li Stenbol, Amed, Enqere, Pirsûs jî di nav de serdana gelek girtîgeh û qereqolên polîsan hatiye kirin, her wiha hevdîtin bi sedan kesên ji girtîgehan hatine berdan yan jî li girtîgehan in re jî pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya CPT’ê li gel Wezîrên Karê Derve, Edalet û Tenduristiyê jî bi saziyên weke Saziyên Wekhev û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHEK) re jî hevdîtin kiriye, ‘çavdêriyên destpêkê’ yên li qereqolên polîsan bi rayedarên Tirk re hatine parvekirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heyeta CPT’ê yê ku MykolaGnatovskyy serokatiya wê dikir, li gel Şefê Beşa CPT’ê yê Tirkiyeyê Mîchael Meûraûter ji Sekreterên CPT’ê Elvîn Alîyev jî li gel heyetê cih girtin. Navên Kesên din ên li gel heyetê serdanan kirin ev in: DjordjeAlempijević, NicoHirsch, Julia Kozma, DavorStrinović, HansWolff.