Ciwanên Kurd li Swêdê tecrdî protesto kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina çalakiya grevê ya Leyla Guven li bajarê Borlange yê Swêdê çalakiyek kirin.

Ciwanên ku li navenda bajar pankartên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin û posterên Ocalan hildabûn dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ qîr kirin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Fûat Pirsûs anî ziman ku ciwanên Kurd tecrdî û hêzên derve yên li dijî tecrîdê bêdengin şermezar dikin, hata azadiya Ocalan wê têkoşînê bidomînin.

Ciwanan di çalakiyê de bang li ciwanên Kurd ên li Swêdê dijîn ku tevlî çalakiyên 19’ê Çileyê yên li Borlange, Orebro, Vasteras û Gavleyê bên kirin bibin.