Ciwanên Kurd li pêşiya CPT çalakiya bêîteatiya sivîl kirin
Ciwanên Kurd li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.
Ciwanên Kurd li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.
Ciwanên Kurd ji bo şermezarkirina bêdengiya saziyên Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiya CPT çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.
Ciwan ji bendên li dora avahiyê derbas bûn, wêneyên Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hildan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan dirûşm qîriyan.
Ciwanan têkildarî çalakiyê daxuyaniyek dan û gotin, "22 sal in Rêber Apo li nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê dîl tê girtin. Ev dîlgirtin dîlgirtina li ser gelê Kurd e. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) van kiryarên li dijî mirovahiyê yên li Îmraliyê ji nedîtî ve tê. Bi rêya va êçalakiyê em dibêjin ku divê Ewropa dest ji vê siyaseta xwe ya qirêj a li ser Rêber Apo berde."
Çalakiya ciwanan li gorî dema Ewropayê heta saet 11:30'î jî dewam dikir.