Ciwanên Kurd li parlementoya NRW’ê çalakî kirin

Komek ciwanên Kurd ketin Parlementoya NRW’ê êya Elmanyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Komek ciwan û jinên ciwan ên Kurd ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û balê bikişînin ser grevên birçîbûnê ketin Parlementoya Nordrheîn-Wesffalen (NRW).

Ciwanên ku flamayên wêneyên Ocalan li ser hildan, pankartên balê dikişîne ser greva Wekîla HDP’ê Leyla Guven vekirin.

Ciwanan li nava parlementoyê dirûşmên bi zimanê Elmanî yên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû’ û ‘Navekî yê berxwedanê heye, Leyla Guven’ qîr kirin. Di dema çalakiyê de polîsan li dorî parlementoyê ewlekarî zêde kir.

Daxwazên ciwanan li parlementoyê kirin ev bûn:

Divê tecrîda giran a li ser Ocalan û grevên birçîbûnê yên Leyla Guven a li dijî tecrîd û kêşkenceya li Îrmalî li Parlementoya NRW’ê bê gotûbêjkirin.

Divê têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger li Parlementoya NRW’ê rêveberek daxuyanî bide.

Daxwazên grevên birçîbûnê ji bo hikûmeta Elman bê ragihandin.