Ciwanên Dresdenê ji bo Abdulah Ocalan rabûn ser piyan
Li bajarê Dresden a Elmanyayê aktîvîstên TekoJIN û TCŞ bi daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêkbîne çalakî pêk anîn.
Li bajarê Dresden a Elmanyayê aktîvîstên TekoJIN û TCŞ bi daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêkbîne çalakî pêk anîn.
Kurdên li Dresdenê li ser banga TCŞ û Teko-JIN di saet 16.00 de li Albertplatz’ê kombûn û daxwaza hevdîtina Ocalan ya bi malbat û parêzerên wî re kirin.
Di çalakiyê de hate gotin ku pêwîste rêxistinên li Elmanyayê bikevin tevgerê û li dijî pêkanînên bê hiquq yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tên pêk anîn divê dawî lê bê.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Es Lebe Ocalan” û “Bijî berxwedana Îmralî” bi dawî bû.