Ciwanê Kurd Halim Dener bi çalakiyan tê bibîranîn

Ciwanê Kurd Halîm Dener ku 30’ê Hezîrana 1994’an li bajarê Elmanya Hannoverê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin wê bi çalakiyan were bibîranîn.

Halîm Dener ê 16 salî ku 30’ê Hezîrana 1994’an dema afîşa ERNK daleqand ji aliyê memurê polîsan Klaûs T. ve hatibû qetilkirin. Dewleta Elman ku Rêveberiya Eyaleta Saksonyaya Xwarê bi taybet bi polîtîkayên tund ên li dijî Kurdan tê naskirin ev 25 sal in ji bo ku navê Halîm Dener bidin jibîrkirin tişta ji destê wan tê dike. Kurdistanî û dostên wan ên li bajêr dijîn bi salane ji bo ku navê Halîm Dener bidin jiyîn têdikoşin.

Dener di salvegera qetilkirinê de li qada Steîntor wê bi çalakiyan bibîranê ya 25 salan were bibîranîn. Roja 30’ê Hezîranê (Yekşem-Sibê) saet 21:00’an Kurdistanî û dostên wan wê li dijî hişmendiya qedexeker a dewleta Elman, ciwanê Kurd bi çalakiyan bibîrbînin.

Çalakiya din wê 6’ê Tîrmehê saet 14:00’an li bajarê Hannoverê li Ernst-August-Platz’ê were lidarxistin. Di çalakiyê de wê Dener were bibîranÎn û siyaseta krîmînalîzekirina dewleta Elman a li dijî gelê Kurd were şermezar kirin. Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hannover û bajarên din yên Elmanyayê beşdarî çalakiyê bibin.

Îsal çalakiyên bibîranîna Dener wê bi navê ‘Êşkence li Halîm Dener kiinr, reviya, hate qedexekirin û li Hannoverê hate xistin’ were lidarxistin.