Ciwanan Swîsreyê serdana çalakvanên Strasbûrgê kirin

Ciwanên Kurd ên li Swîsreyê serdana çalakvanên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin.

Aktivîstên Swîsreyî yên Tevgera Ciwanên Şoreşger, serdana çalakvanên greva birçîbûnê ya ku 17’ê Kanûnê ji bo şikandina tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiribûn, kirin.

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger anîn ziman ku xwedî li çalakiyên grevê derdikevin û wê li her derê ji bo şikandina tecrîdê di nava çalakiyan de bin. Ciwanên li gel çalakvanan sobhetkirin, li gel daxwaziyên xwe yên piştgirî û serketinê bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin, xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derbikevin, kirin.

Serdan bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ ve bi dawî bûn.