Ciwanan li pêşiya NY’yê dagirkerî protesto kirin: Her der berxwedan

Ciwanên ku bêdengiya NY ya li dijî êrîşên qirker û dagirker ên deweta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin, li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya xelekê çêkirin.

Ciwanên enternasyonalîst ên saetên şevê li hev kom bûn, li pêşiya buroya Cenevre ya Swîsre ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojavayê Sûriyeyê çalakiya xeleka ji mirovan kirin.

Dema li pêşiya NY'yê çalakî dihate kirin komek enternasyonalîst bend derbaskirin û bi zincîrê xwe bi deriyê ketin û derketina avahî ve zincîr kirin. Ciwanan bi yek dengî dirûşmên 'Bijî Berxwedana Rojava', 'Her der berxwedan, her der Rojava' û 'Terorîst Erdogan' qîr kirin, daxwaz kirin ku NY'yê dawî li bêdengiya xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk bîne û bikeve nava tevgerê. Çalakiya ku di bin ewlekariyeke zêde de hate kirin, polîsan ti mudaxelekyek li çalakvanan nekirin.

Piştî gotûbêjên di navbera polîs û çalakvanan de, ciwanan dawî li çalakiya xwe anî û bi daxuyaniya dayîn anî ziman ku ew ciwanên enternasyonalîs ji bo xwedî li berxwedana Rojava derbikevin û dawî li dagirkeriya Tirk bînin wê tim li qadan bin.