Ciwanan li Parîsê tecrîd şermezar kirin

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parîsê meşiyan.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, doh êvarê li paytexta Fransa Parîsê daketin qadan û ji bo tecrîdê şermezar bikin û piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê meşiyan.

Ciwanan berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin û diyar kirin ku daxwaza berxwedêrên greva birçîbûnê daxwaza wan e.

Ciwan li Strasboûrg-Saînt Denîsê li hev civiyan, tîşortên ji wêneyê Ocalan li xwe kirin, alên KCK, PKK û KJK'ê hildan û pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime" vekirin.

Ciwanan berê xwe dan Chateletê û di dema meşê de belavokên li ser tecrîdê belav kirin, dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Ciwan canfedayên Apo ne" qîriyan.

Piştî çalakiya bêîteatiya sivîl a li navenda bajêr, ciwanan bi qîrîna dirûşm û tilîliyan dawî li çalakiya xwe anîn.