Ciwanan li Parîsê tecrîd protesto kirin

Li bonliya Corbeîl a paytexta Fransa Parîsê aktivîstên TCŞ’ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên li bonliya Corbeîl a paytexta Fransa Parîsê hatin ba hev, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kolanan bûn.

Çalakiya ku di çarçoveya ‘Em bi hev re Serhildan’ hate kirin. Ciwanên bi vekirina pankartên ‘Ji bo Rêber Apo azadî, bi hev re serhildan’ li bajar geriyan bi Fransî û Kurdî dirûşmên qîr kirin, faşîza Tirk protesto kirin û bal kişandin ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a fîzîkî.

Çalakiya ku bi dûyê renga reng hate kirin, derdor jî destek kirin.

Ciwanên ku heta Şaredariya Corbeîlê meşiyan li vir piştî qîrkirina dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.