Ciwanan li Parîsê çalakiya bêîtihatiya sivîl kirin
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Garê aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN’ê li Parîsê çalakiyeke bêîtîhatiya sivîl lidar xistin.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Garê aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN’ê li Parîsê çalakiyeke bêîtîhatiya sivîl lidar xistin.
Çalakiyê protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Garê li welatên Ewropayê bê navber tê protestokirin.
Ciwanên Kurd li paytexta Fransa Parîsê li pêşiya gara trenê ya navendê çalakiyeke bêîtîahatiya sivîl kirin.
Ciwanan pankarta bi nivîsa ‘Bijî Berxwedana Garê’ hildan, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan ketin Parîs Gare du Nordê. Li vir ciwanên bi Fransî û Kurdî dirûşim qîr kirin, belavok belav kirin.
Çalakiya ku qasî 40 deqeyî dom kir, piştî meşa li navenda garê û şûnde bi dawî bû.