Ciwanan li Berlînê tecrîd protesto kirin

Ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Elmaya Berlînê mîtîngek hate kirin.

Mîtînga li Brandenbûrger Tor a avahiya Parlementoya dewletê, gelek sefaretxaneyên dewletan lê ye hate kirin, ji aliyê Jinên Ciwan ên Berlînê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate organîzekirin.  Saziyên Kurd ên li Berlînê jî piştevanî dan mîtîngê.

Mîtînga ku bi rêzgirtinê destpê kir, pankarta bi nivîsa ‘li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan 7 hezar kes di grevê û 30 kes jî di rojiya mirinê de ne’ vekirin û wêneyên berxwedêrên di grevê de ne hildan.

Di mîtîngê de dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan azadî’ hate qîrkirin.

Her wiha di mîtîngê de daxuyaniyek jî hate dayîn, hate diyarkirin ku her kesên li hember mirina rojiyên mirinê û grevên biçîbûnê bêdengin berpirs in.

Di daxuyaniyê de banga hestyariyê li raya giştî hate kirin, hate gotin ji ciwanan bigirin heta kal, jinan û gelê Kurd ji bo serketina berxwedana grevên birçîbûnê ji bo her tiştî amade ne.