Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Ciwanan li Berlîn, Dresden û Kasselê çalakî lidarxistin, li Bîlbao pankart vekirin- NÛ BÛ

Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştî ku nûçeyên têkildarê rewşa tendirustiya wî li ser medyayên dîjîtal hatin belavkirin, çalakiyê Kurdistaniyan didomiin.

Li Berlînê ciwanan çalakiya bê îtaatiya sivîl kirin. Li Kasselê jî çalakî hat kirin. Li Bîlbaoyê jî pankart hat vekirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê li ser banga TCŞ û Teko-Jin Kurdistanî û ciwanên enternasyonalîst li HBF’ê çalakiya bê îtaatiya sivîl lidarxistin.

Di çalakiyê de bal hate kişandin ku piştî daxuyaniyên Buroya Huqûqê ya Sedsalê û KCDK-E pêwîste demildest mercên tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêkbîne.

Ciwanan ev daxuyanî dan: “Em jiyana bê Rêbertî qebûl nakin, emê çalakiyên xwe yên bê navber bidomînin. Heya em ji Rêberê xwe agahiyekê ne stînin emê her roj li cihekê bin.”

Di çalakiyê de berdewam dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Eslebe Ocalan” hatin qêrîn.

KASSEL

Li bajarê Kassel a Elmanyayê jî ciwanên Kurd û enternasyonalîst çalakiyek lidarxistin.

Di saet 18:00’an de li Konîgplatzê kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û al û pankarta ku bi Elmanî li ser hatibû nivîsandin “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” hatin hilgirtin.

Çalakvanan bi ruxmê provokasyonên polîsên Elman bi berdewamî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Îmralî” berzkirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û daxuyanî hatin dayîn.

DRESDEN

Çalakiyê ciwanên Kurd û dostên wê yên bi armanca werigrtina agahiyek derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Ciwanên TCŞ û Teko-Jin li bajarê Dresdenê çalakiyek lidarxistin. Ciwanên enternasyonalîst jî piştgirî dan çalakiyê.

Çalakî di saet 18:00’an de li Albertplatzê destpêkir. Di çalakiyê de pankarta ku bi zimanê Elmanî li ser hatibû nivîsandin “Ji Ocalan re azadî” hate vekirin û berdewam derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî hatin parvekirin. Çalakî bi qêrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

BÎLBAO

Li bajarê Bîlbao ya Îspanyayê pankarta ku balê dikişîne li ser divêtiya pêkanîna hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdê protesto dike li pireyekê hat daliqandin.