Ciwanan di roja duyem a Meşa Dirêj de gihiştin Stûttgartê

Ciwanan di roja duyem a Meşa Dirêj de ji Lûdwîgsbûrgê heta Stûttgartê meşiyan. Her wiha li ber girtîgeha Stammheîmê de ji bo piştevaniya bi girtiyan re mîtîng li dar xistin.

Ciwanên ku duh ji Heîlbronnê dest bi Meşa Dirêj kirin, îro jî ji Lûdwîgsbûrgê heta Stûttgartê meşiyan.

Beriya meşê ji bo bîranîna kesên ku di erdhêja Bakurê Kurdistanê û Rojava de jiyana xwe ji dest dane, deqeyeke rêz hate girtin.

Ciwanan, piştî deqeyeke rêzgirtinê bi daxuyaniyekî diyarkirin ku ew li gel gel in. Di berdewamiya daxuyaniyê de hate hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst ku li Kurdistanê tedbîrên pêwîs negirt û bi zanebûn gelê Kurd bi mirinê re rû bi rû hişt, anîn ziman.

Piştre bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin.

Di dema meşê de li ber girtîgeha Stammheîmê a li Stûttgartê, ji bo piştevaniya bi girtiyan re mîtîng li dar xistin. Dema ku ciwanan daxuyanî dida, ji girtîgehê dengên dirûşmeyan bilind bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Merdan K. Û Mazlûm D. di encama têkiliyên Elmanya-Tirkiyeyê de hatine girtin û wiha hate gotin: “Aktivîstên ku xwe ji bo Tevgera Azadiya Kurd birêxstin dikin, tên krîmînalîzekirin. Hewl tê dayîn ku ciwanên Kurd ji çand, bawerî û zimanê wan dûrbixin. Bêedaletî û tundiya li ser Kurdan her tim bi şerê li hemberî PKK’ê tê rewakirin. Kurd beriya avabûna PKK’ê jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Em ji vir bi dengekî bilind dibêjin “Ji hemû girtiyên siyasî re azad.”

Ciwanan roja duyema a Meşa Dirêj, bi moreleke mezin li navenda bajarê Stûttgartê bi daxuyaniya li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dawî kirin.

Bernameya ciwanan wê danê êvarê bi çalakiyan bidome. Ciwanan di roja seyem a meşê de ji Stûttgartê heta Boblîngê bimeşin.